Li Amedê qirkirina siyasî: Parêzer hatin sînordarkirin

Derheqê wan kesan de ku li Amedê di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin parêzer hatin sînordarkirin.

Bi çarçoweya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer, nûçegihan Kadîr Bayram jî di nav de polîsên Tirk bi ser 104 adrêsî de girtin û 59 kes hatin destgîrkirin. Derheqê kesên ku hatine destgîrkirin parêzer hatin sînordarkirin, li ser dosyayan biryara ''veşartinê'' hate standin.

Li Amed û navçeyên wê kesên ku hatine destgîrkirin: Endamên Meclîsa Jinan a HDP'ê Ferhat Azad, Mazlûm Gok, Gulîstan Yilmaz, Umît Akbiyik, Çetîn Temel, Rojîn Varhan, Serhat Sonmez, li navçeya Farqîn Kadir Şimşek, nûçegihan Kadîr Bayram, nûçegihana Jinnewsê Bêrîtan Canozer, Hevserokê HDP'ê yê Farqînê Kenan Kaydû û Sohbet Yildiz.

Her wiha hate diyarkirin polîsan dema ku bi ser mala Kaydû de girtin deriyê polîsan şikandin. Her wiha derheqê F.T, Y.A, F.K.K. ku hatine destgîrkirin û  li Şûbeya Zarokan têne girtin, parêzer hatine sînordarkirin.