Li Amedê qirkirina siyasî: 66 kes hatin destgîrkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de, rojnamevan jî di nav de herî kêm 66 kes hatin destgîrkirin.

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Amedê de serê vê sibehê qirkirina siyasî hate kirin. Polîsên Tirk bi hemwextî avêtin ser gelek maaln û rojnamevan jî di nav de gelek kes destgîr kirin.

Li gorî agahiyan, di lêpirsînê de ku bi hinceta Newrozê hate kirin, ji 105 kesên biryara girtinê der barê wan de heye, 66 kes hatin destgîrkirin.

Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen û rojnamevan Alî Koçer jî di nava kesên hatine destgîrkirin de ne. Yên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya li Amedê.

NAVÊ KESÊN HATINE DESTGÎRKIRIN

Navê 57 kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

"Abdûlvasih Çelik, Arzû Orûç, Bahar Avci, Bunyamin Yilmaz, Cihat Turkekûl, Davût Kûrt, Delal Aslan, Deniz Aksin, Dilara Donmuş, Dogan Tarhan, Ethem Tokak, Farûk Azarkan , Ferhat Diri, Haliya Çelikkiliç, Hamza Aktaş, Hasan Çelik, Huseyin Çapli, Îbrahim Polat, Înanç Mûtlû, Kadri Esen, Kemal Guzel, Kerem Uçak, Kûdret Varli, Leyla Çakil, Leyla Ersoz, Leyla Varli, Mehmet Ali Yuce, Mehmet Çadirci, Mehmet Ekinci, Mehmet Kiliç, Mehmet Şaban Karakaş, Mehmet Şah Pinar, Mehmet Yilmaz, Mir Ali Koçer, Mehmet Fûrkan Çankara, Mûrat Çetin, Mûrat Kiliç, Mûstafa Adanir, Naşide Polat, Nûjiyan Baysal, Orhan Ekin, Ramazan Îz, Ramazan Ozgezici, Rozalin Acar, Serdal Karataş, Serhad Şan, Sevim Kahramaner, Suleyman Can, Şahin Guzel, Şivan Ayazgul, Yakûp Serhat, Yildiz Okta,Ulaş Yarar, Yilmaz Yavûz, Yûnûs Yûnca."

Hêzên dewleta Tirk 12'ê Nîsanê jî di bin navê "Lêpirsîna Kobanê" de li 13 bajaran avêtibûn ser HDP'iyan û bi dehan kes destgîr kiribûn. Avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê jî ji aliyê polîsan ve hatibû wêrankirin.