Li Amedê qirkirina siyasî: 3 kes hatin destgîrkirin
Li Amedê, di encama operasyona qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin.
Li Amedê, di encama operasyona qirkirina siyasî de 3 kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk serê sibehê li Amedê avêtin ser malan û endama Meclîsa Şaredariya Licê Emîne Kaya, endamê Meclîsa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Resûl Sadak û rêvebera HDP'ê ya navçeya Baglarê Sûna Guneş destgîr kirin.
Polîsan her wiha avêtin ser mala Sadak a li navçeya Hezexê ya Şirnexê.
Kesên hatin destgîrkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê.