Li Amedê polîsan destûr nedan ji bo Evran şîn bê danîn
Polîsên dewleta Tirk destûr nedan ku ji bo rojnamevan Seyîd Evran li Amedê şîn bê danîn.
Polîsên dewleta Tirk destûr nedan ku ji bo rojnamevan Seyîd Evran li Amedê şîn bê danîn.
Rojnamevan Seyîd Evran 22'ê Îlonê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd bû.
Malbata Evran xwest li Mala Şînê ya Navendî ya li navçeya Hênê ya Amedê ji bo 3 rojan şînê dîne.
Lê belê emniyetê rahişt mifteya mala şînê û destûr neda malbatê ku şînê dîne.
Li ser vê yekê malbatê li ber mala xwe ya li taxê şîn danî û serdanan qebûl dike.