Li Amedê operasyona siyasî: Li MEBYA-DER’ê 7 saetan lêgerîn kirin

Di operasyona qirkirina siyasî ya li Amedê Hevserokên MEBYA-DER jî di nav de 14 kes hatin destgîrkirin, komeleya ku polîsan derê wê şikand û ketin hundir 7 saetan lêgerîn kirin.

Di serdegirtinên polîsan ên danê sibehê ya li Amedê de gelek kes hatin destgîrkirin. Di serdegirtinên ku navenda wê bajar û navçeya Kocaelî bû, Hevserokên Komeleya Piştevaniya Yekitî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirin (MEBYA DER) Yuksel Almas û Şehmûs Karadag, Rêvebera Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hatîce Guneş, Rêveberê DBP’ê yê navçeya Rezan Tahîr Gul, Hevseroka Partiya Demoratîk a Gelan (HDP) a Peyîzava Hanim Altindag, rêveberê HDP’ê yê Rezanê Fetûllah Işiktaş, Rêveberê berê yê HDP’ê yê navçeya Sûrê Mûrat Uzgun, Rêveberê HDP’ê yê berê yê bajar Hafiz Işik, bavê Parlemetera HDP’ê yê Amedê Dersim Dag û heman demê rêveberê MEBYA-DER Zekî Dag, rêveberê komeleyê Dayika Aştiyê Hatûn Aslan a 71 salî û Meryem Soylû ya 79 salî, endama komeleyê Ayşe Çelîkbîlek û rêveberê berê ya MEYA-DER a bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (BHQ) hatî girtin Mûzaffer Ûlaş jî di anv de 14 kes hatin destgîrkirin.

Yên hatin destgîrkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Amedê, têkildarî bê ka ji ber çi sedemê hatine girtin ti agahiyek nehate girtin.

Polîsan li gel serdegirtina avahiyên li bajar, bi ser avahiya MEBYA-DER a li mevkiya Tesîsler a navçeya Peyîzava de jî girtin. Polîsên ku derê komeleyê şikandin û ketin hundir, lêgerîna wan 7 saetan dom kir. Di lêgerînên li gel parêzerên MEBYA-DER’ê hate kirin de, belgeyên avakirinê, rêzikname û formên malbatan desteserkirin. Hate ragihandin ku deriyê komeleyê yê hate şikandin hate çêkirin, polîsan ji bo parêzeran jî diyar kir ku sedema serdegirtin û lêgerînê ‘biryara veşartî’ heye ti agahî parve nekirin.

Polîsên ku lêberîn di dawî kirin, girtîname piştî bi parêzeran bide îmzekirin û şûnde wê ji komeleyê veqetin.