Li Amedê operasyona binçavkirinê

Di operasyonê binçavkirinê yên ku ji aliyê Midûryeta Emniyeta Amedê ve nava 2 rojên dawî de lidar xistî, derdorî 60 kesan hatine binçavkirin.

Hat diyarkirin ku sedemê binçavkirinan, şikandina çalakiya rûniştinê ya HDP’ê ya li Parka Ekîn Ceren e, di destê polîsan de lîsteya navê 87 kesên binçavkirî hene. Ji ber sedemê binçavkirinê cih li Emniyeta Amedê nemaye, hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin li qerqolên cuda cuda bi cih kirine.

Di nava kesên hatine binçavkirin de navê hinek kesan wiha ne: “Endamê Serokatiya KCD Mûsa Farîsoglû, Hevseroka Şaxê 1. Sendîkeya Giştî ya Kar a Amedê Zeynep Akçer jî heye.