Li Amedê li nêzî avahiya walîtiyê teqîn
Li Amedê li qotiya sergoyê ya li biniya dîwarê walîtiya Amedê bi dengekî bilind teqiya.
Li Amedê li qotiya sergoyê ya li biniya dîwarê walîtiya Amedê bi dengekî bilind teqiya.
Li Amedê li nêzî avahiya walîtiya Amedê ya li navçeya Yenîşehîrê teqîneke mezin çêbû. Dengê teqînê ku li navenda bajêr çêbû bû sedema tirsê. Polîs şandin cihê teqînê. Li derdora walîtiyê tevger didome, tê gotin konteynera li biniya dîwêr teqiyaye.
Nayê hiştin ku kes nêzî cihê teqînê bibe, li gorî agahiyên pêşî di bûyerê de ti mirî û birîndar nîn in.