Li Amedê ligel destgîrkirinê jî, greva birçîbûnê dîsa destpê kir

Li Amedê li gel ku rejîma Tirk êrîş bire ser çalakgerên greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan û bi dehan ji wan destgîr kir jî, grevê dîsa dest pê kir.

Greva birçîbûnê ya Amedê ji bo desteka li çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, ya bi mebesta şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, 10'ê Kanûnê ji hêla Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatibû destpêkirin.

Polîsan Duşemê hem êrîş biribû ser çalakgerên greva birçîbûnê ya li Amedê û Êlihê û he jî êrîş biribû ser çalakgerên greva birçîbûnê ya Wanê û bi kemanî 68 kes hatibûn destgîrkirin. Li Amedê Dayika Aştiyê ya 80 salî û gelek jin hatin kişkişandin û destgîrkirin.

Piştî êrîşa polîsan Çarşemê greva birçîbûnê bi tevlêbûna 50 kesî dest pê kir. Greva birçîbûnê li avahiya HDP'ê didome.

Bi vê mebestê daxuyniyeke çapemeniyê hate dayin, di daxuyaniya çapemeniyê de rêveberên Bajêr û navçeyê yên HDP'ê û DBP'ê, KCD'ê, TUHAY-DER û TJA'yê hazir bûn.

Remziye Tosun, Parlamentera HDP'ê ya Amedê li ser navê girseyê daxuyaniya çapemeniyê da, got ew li greva birçîbûnê ya Leya Guven, a li djî tecrîdê, zextê û polîtîkayên qirker xwedî derdikevin.

Remziye Tosun diyar kir li bajarên cuda grevên birçîbûnê dest pê kirine, li Amed, Mêrsîn, Riha, Wan û Êlihê polîsan bi ser avahiyên partiyê de girtine, gelek kes destgîr kirine.

Tosun bi domdarî got, ''Vê meha dawî, polîsan bêyî ku hincetekê nîşan bidin, avahiya bajêr a Amedê jî di nav de, bêyî bingehekî yasayî dorpêç kirine. Ev nehiqûqî li ber çavê her kesî tê kirin. Ji dema ku me starta hilbijartina xwecih daye, zext û zordariya li ser rêveberên me yên bajêr û navçeyê, li ser endamên me yên partiyê, xebatkarên me yên jin û ciwanan pir hatine zêdekirin.''

Parlamentera Amedê Tosun bal kişande ser polîtîkayên înkarê û zorê yên desthilatê û got, ''Her roja ku diçe em ê zêdetir bibin .Wan her ku zext li ser me danî em ê xurtir bibin. Her ku ew bi ser me de hatin em ê zêdetir bibin. Weke Leyla Guven beriya bi çend rojan gotî, serkeftiyê vê têkoşînê wê em bin.''