Li Amedê ji bo mîtînga 1’ê Îlonê bang hate kirin: Li dijî tecrîdê dakevin qadan!

Parlamenterên DEM Partiyê Adalet Kaya û Abbas Şahîn ji bo mîtînga 1’ê Îlonê ya Amedê bang kirin û peyama “Li dijî tecrîd û polîtîkayên şer dakevin qadan” dan.

BANGA TEVLÎBÛNA MÎTÎNGÊ

Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê têkildarî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li avahiya xwe daxuyaniyê da. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê Gulşen Ozer û Abbas Şahîn û parlamenterên DEM Partiyê yên Amedê Adalet Kaya û Sevîla Çelenk di daxuyaniyê de amade bûn.

Hevserokê DEM Partiya Amedê Abbas Şahîn ewilî axivî û bal kişand ser şerê li Kurdistanê tê meşandin û got: “Pêdiviya herî mezin a welat bi aştiyê heye. Pêdivî ne bi şer bi aştiyê heye. Divê dawî li polîtîkayên şer û gotinên nijadperest bê anîn. Aştiyek bi rûmet bi aliyên wê re dibe. Ev tecrîd li ser her qadên civakê hatiye belavkirin. Em vê tecrîdê red dikin. Di pêvajoyek ewqas dijwar de ji aştiyê girîngtirîn tiştek nîne. Ji bo aştiya civakî û çareserkirina pirsgirêka kurd em tecrîdê rakin. Ji bo vê yekê em her kesî vedixwînin meşa xwe ya sibê.”

Parlamenter Adalet Kaya jî diyar kir ku li çar parçeyên Kurdistanê li dijî şer têkoşîna ji bo aştiyê berdewam dike û wiha got: “Di vî şerê 9 salên dawî de budçeya ji bo şer hatiye xerckirin, ji sedî 60 zêde bûye. Ji ber şer tundî li her deverê zêde bûye. Ji perwerdehiyê û tenduristiyê re budçe nîne, lê ji bo bombeyan bibarînin ser kurdan budçe tê peydakirin. Tirkiye ji bo şerên li cîhanê dikare bibe navbeynkar lê şerê xwe yê li Kurdistanê ji nedîtî ve tê. Ev jî durûtiya polîtîkayên şer a Tirkiyeyê ye. Ji bo aştî were ser vê axê em têdikoşin. 1’ê Îlonê ji bo dengê aştiyê were bilindkirin, firsendek dîrokî ye. Sermuzakerevanê aştiyê birêz Abdullah Ocalan e.”

Kaya bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û wiha got: “Em dixwazin ji bo tecrîd bê rakirin û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê gavên pêwîst bên avêtin. Di 1’ê Îlonê de hem li Kurdistanê hem jî li tevahiya cîhanê bila bibe gavê ewil ê aştiyê. Em hemû bi hev re daxwaza xwe berz bikin.”  

Adalet Kaya banga tevlîbûna meşa aştiyê ya ji ber AZC Plaza destpê bike û heta Qada Şêx Seîd bê lidarxistin, kir.