Li Amedê ji bo 3 şervanên QSD’ê sersaxî hate xwestin

Li Amedê ji bo 3 şervanên QSD’ê yên di Berxwedana Rûmetê ya li dijî êrîşên dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûne, li Amedê sersaxî hate xwestin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 11’ê Cotmehê daxuyaniyek dabû û nasnameya 12 şervanên ku di şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şehîd bûbûn eşkere kir. Malbatên Bahoz Amed (Erdal Demîrolglû), Bager Çiya (Zeynel Olmez) û Dogan Amed (Barzan Delîdere) yên bihîstin ku zarokên wan şehîd bûne sersaxî qebûl kirin.

Malbata Bahoz Amed li gundê Demîrtaş ê Çermikê, malbata Bager Çiya li gundê Cimika ya REzanê, Malbata Dogan li mala sersaziyê ya Karahasan a li Taxa Karahasan a Licê ya Amedê sersaxiyê qebûl dikin. Parlementera Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) ya Amedê Remziye Tosûn, rêveber û endamên bajarê Amed, navçeyên Peyîzava, Rezan û Sûrê, endam û rêveberên MEBYA-DER, TÛAY-DER, TJA çû ser dana sersaxiyê.

Heyet piştre jî çûn sersaxiya malbata Bayram Ekîncî yê li taxa Gurbeylî ji aliyê leşkeran ve hatibû kuştin.