Li Amedê hilweşîna ku rê li ber mirinê vedike

Li Amedê hilweşîna avahiyeke kevn rê li ber cînayetên kar vedike.

Li Amedê li taxa Ofîsê ya Yenîşehîrê xebatkarên fîrmaya ku avahiyeke kevn hildiweşînin, rê li ber mirinê vedikin. Li Kolana Gevranê makîneya kar a hilweşandinê derxistine qatê 7’an û ji jor ber bi jêr ve avahî tê hilweşandin. Hilweşandina li ser rêya şên, rê li ber cînayeta kar vedike.

ESNAF NERAZÎBÛNAN NÎŞAN DIDE

Fîrmayê li ser kolanê tu tevdîrên ewlehiyê wernegirtiye û kolan di bin tozê de maye. Gel ê li wê kolanê jî ji rewşê aciz in. Karkerên ku hilweşandinê jî dikin ku baret û kindira wan a ewlehiyê tune û karker tu tevdîrên ewlehiyê wernagirin. Hilweşandin di heman demê de dibe sedema dengên zêde jî. Esnafên li derdorê jî diyar dikin, ji ber hilweşandinê nikarin kar bikin û dixwazin ku rayedar tevdîran bistînin.