Li Amedê girtî rastî êşkence û gefan tên

Hat zanîn ku li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1’an a Ewlehiya Bilind êşkence li girtiyan hatiye kirin. Bi gotina “Ev hê rojên we yên xweş in” gef li girtiyan xwarine.

Hat diyarkirin ku hin girtiyên li Girtîgeha Amedê ya Hejmar 1’an a Ewlehiya Bilind qawîşên wan hatine ragihandin û bi tundiyê re rûbirû mane. Girtî Zinar Gulmez bi telefonê li gel kekê xwe Emrullah Gulmez axivî û ragihand ku di 27’ê Adarê de hem bi tundiyê re rûbirû mane û hem jî gef li wan hatine xwarin.

Emrullah Gulmez diyar kir ku birayê wî hêj 16 salî bûye di sala 2017’an de bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” hatiye girtin û 5 sal in bi binpêkirinên mafan ên curbicur re rûbirû maye. Gulmez anî ziman ku ew di 28’ê Adarê de bi birayê xwe re bi rêya telefonê axivî ye û wiha got: “Birayê min got, ‘Keko bila haya te jê hebe, li vir tiştên di heyama 80’yî de tînin serê me’. Min sedema wê pirs kir, sedema wê guhertina qawişan nîşan da. Bi robokopan ketine 3 qawîşan û tundiya derûnî û fizîkî li girtiyan kirine. Birayê min û hevalên wî bi erdê re hatine kaşkirin û birine qawîşên cuda. Ji wan re gotine, ‘hêj ev rojên we baş in’ û gef li girtiyan xwarine. Ez di 29’ê mehê de çûm hevdîtina wî moralê wî baş bû lê li hember min wisa tevgeriya.”

‘BILA QEYDÊN KAMERAYAN WERIN LÊKOLÎNKIRIN’

Gulmez destnîşan kir ku heke li qeydên kamerayan werin lêkolînkirin wê tundî were dîtin û got: “Hemû kamerayan qeyd kiriye. Çimkî êdî li her qawîşê kamera heye. Dema bûyerek diziyê dibe kamera dişixûlin lê dema bûyerek wiha kamera naşixûlin! Çima? Birayê min gilî kiriye. Heke em malbat tev xwe bikin yek, em ê gilî bikin. Mafê her girtiyekî heye û divê ev maf ji wan re bê nasîn. Ez ê her bibim dengê Zinar. Divê em bibin dengê hemû girtiyan.”