Li Amedê gardiyan êşkence li girtiyan dikin

Girtiyên li Girtîgeha Jimare 1 a Amedê ji ber ku li dijî guhertina qawîşê û binpêkirina mafan derketin rastî şîdeta fîzîkî hatin.

Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê binpêkirinên mafan her diçe zêde dibin. Xizmên girtiyan Emîne Işik, Nîhal Bîlîr û Abdulhalik Kirik ên di 28'ê Adarê de hevdîtin bi xizmên xwe re kirin, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandin. 

Nîhal Bîlîr, xwişka girtî Bîlal Bîlîr, anî ziman ku birayê wê gotiye gardiyanan êriş biriye ser hevalekî wan û got: "Birayê min got, dema silavê li gardiyanan nakin heqaretan li wan dikin. Di nîqaşeke biçûk de jî wan dixin hucreyê." Bîlîr, ragihand ku birayê wê gotiye ji bo derve nebînin îdare girtîgehê paceyên qawîşan bi qartonan girtine û birayê wê gotiye ji bo binpêkirina mafan daxwazname dane dozgerê girtîgehê, lê dîsa jî tiştek nehatiye kirin.

Emîne Işik dayika girtî Hasan Işik ê di Girtîgeha Gumuşhane ya Tîpa E'yê û dayika girtî Huseyîn Işik ê di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de ye, anî ziman ku kurê wê Huseyîn bi tena serê xwe di hucreyekê de ye û got: "Bi tena serê xwe di hucreyê de ye. Tenê saetekê dikare biçe hewadariyê. Huseyîn, nexweş e. Gava em çûn ser çavê wî werimîbû. Zihîf bûbû. Nikare xwarinê bixwe. Di hucreyê de wisa bûye. Jixwe girtiyên nexweş nayên dermankirin. Car caran davêjin ser odeyên wan, pirtûkên wan û kincên wan desteser dikin. Gardiyan je re gotine, ‘Kincen xwe bişo, tekeve bin betaniyê heta kincen te ziwa dibin.’ Me jê re cil birin niha em nizanin kincen wî dane wî yan na. Ji min re got, 'ji ber ronahiya hucreyê nikare rakeveceyranê digrim. Gava ampûlan digirim gardiyan tên vedikin, ji bo ranekevim.'"

Işik, diyar kir ku heqê ceryanê ji girtiyan tê stendin û got, tiştên li kantînê tên firotin jî pir biha ne.  

Abdulhalik Kirik, bavê girtî Mehmet Kirik ê di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de ye, bi telefonê hevdîtin bi kurê xwe re kiriye. Kirik, destnîşan kir ku mafê girtiyan tên binpêkirin û got: "Gardiyan tim tahdeyê li girtiyan dikin. Girtî jî ji ber vê daxwaznameyê dane dozger, dozger jî gotiye, 'Gardiyan guh li gotina me jî nakin.' Pirtûkên wan, kincên wan nadin wan. Gava di paceya hucreyê de li derve mêze dikin, gardiyan mudaxileyî wan dikin û paceyan bi qartonan digirin. Gava ew li ber van zextan radibin jî tên tecrîdkirin."

Bav Kirik, bilêv kir ku dewlet guh li qanûnên xwe nake û got: "Tahdeya li wan tê kirin sûcê li hemberî mirovahiyê ye."

Kirik, diyar kir ku her wiha dema hevdîtina bi telefonê û hevdîtina rû bi rû hatiye kêmkirin û got: "A telefonê kirin 10 deqe, ya rû bi rû jî kirine 40 deqe." Kirik, di dawiya axaftina xwe de bang kir ku ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê raya giştî dengê xwe bilind bike û got: “Wezirê Dadê dibêje, daxwaznameyên xwe bişînin, lê dema dişînin jî daxwaznameyên wan nayên bersivandin. Ger raya giştî û malbata dengê xwe bilind nekin wê cenazeyên wan ji wir derkevin. Em naxwazin cenazeyên zaroken me ji girtîgehan derkevin. Bila qanûnên li gor mafên mirovan pêk bînin. Em ê ji meclîsê û Wezîrê Dadê re daxwaznameyan bişînin. Em dixwazin li meclîsê ji bo girtîgehan komîsyonek bê çêkirin. Hem ji aliyê derûnî hem jî ji aliyê fizîkî ve zext li ser wan hene. Lewma am bang li raya giştî dikin ku bila ser vê meseleyê bisekin, da tecrîda li ser wan bi dawî bibe."