Li Amedê dayik li dijî tecrîdê meşiyan

Tevî astengiya polîsan jî dayikên li Amedê meşiyan û xwestin, tecrîd bi dawî bibe.

Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê de ne, ku destûr nehate dayin bikevin Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê ya Amedê, li qada Batikentê ku ji aliyê polîsên Tirk ve hatibûn dorpêçkirin, piştî çalakiya rûniştinê ber bi avahiya TUAYDER'ê ve meşiyan.

Piştre li ber avahiya TUAYDER'ê daxuyaniyek dan.

Nezahat Teke axivî û got, "Eger dayik di germa meha Remezanê de bi saetan rûdinên, divê li ser vê bifikirin. Divê bêjin, 'Gelo ev dayik çi dixwazin'. Dilê dayikan dişewite. Em jî naxwazin rûnên. Lê belê dayikên ku zarokên wan li girtîgehê di greva birçîbûnê dene wê çawa razên?"