Li Amedê çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê

Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de berxwedana li zindanan hate silavkirin.

Rêxistina HDP'ê ya Bajarê AMedê, di roja 146'an a greva birçîbûnê ya dijî tecrîdê de li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolû ya navçeya Baglarê xwest daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên Amedê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) û gelek ji şêniyên navçeyê di dema daxuyaniyê de amade bûn.

Beriya daxuyaniyê, polîsan bi bendan dor li Peykerê mafên Mirovan girtin û girseya gel a ji bo daxuyaniyê hat, li pêşiya parkê hatin rawestandin û dorpêçkirin.

Polîsên Tirk bi hinceta ku daxuyanî têkildarî "tecrîd û greva birçîbûnê ye" destûr nedan.

Girseya gel jî bi tilîlî û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" nerazîbûn nîşanî astengiya polîsan da û ji bo şermezarkirina tecrîdê û xwedîderketina greva birçîbûnê çalakiya rûniştinê li dar xist.