Li Amedê bi ava şid êrîşî dayikan kirin

Dayikên xavik spî yên ji bo xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne li Amedê çalakî pêk anîn, bûn hedefa êrîşa hêzên rejîma Tirk a bi ava şid. Hin çalakger ji ber êrîşê ji ser hişê xwe çûn.

Gelek malbatên li Amedê, ji bo bibin dengê xizm û zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, meşiyan û çalakiya rûniştinê pêk anîn.

Dayika roja Înê daketin qadan, bi xavikên spî tecrîd şermezar kirin û xwestin, daxwazên zarokên wan bên qebûlkirin.

Parlamenterên HDP'ê û parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) destek dan çalakiya dayikan.

Dayikan xwe gihandina Parka Koşûyolûyê ku ji aliyê polîsan ve bi bendan hatibû girtin û xwestin li parkê çalakiya rûniştinê bikin.

Lê belê ji ber ku destûr ji wan re nehate dayin, dayik ber bi Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) meşiyan.

Polîsên rejîma AKP'ê ji bo çalakiyên girseyî bitepisînin, bi TOMA'yan ava şid li dayikan reşandin. Ji ber êrîşa bi ava şid a polîsan, hin dayik ji ser hişê xwe çûn. Polîsan girseya dayikan ji hev qut kir û li rojnamevanên ku çalakî dişopandin xistin. Êrîşên polîsan didomin.