Li Amedê avêtin ser malan: Jinek destgîrkirin
Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan bi kûçikan ve avêtin ser malan, jina bi navê Fekrat Kurt destgîrkirin.
Li navçeya Peyasê ya Amedê polîsan bi kûçikan ve avêtin ser malan, jina bi navê Fekrat Kurt destgîrkirin.
Polîsan di çarçoveya lêpirsîna ku Navenda wê Êlih e, li taxa Huzurevlerî ya Navçeya Peyasê ya Amedê avêtin ser malekê. Polîsan saet di 05.00’ê sibehê de bi bolyozan derî şikandin û avêtin ser malê û bi kuçikan li malê lêgerîn kirin.
Polîsan di serdegirtina malê de Fekrat Kurt a 46 salî destgîrkirin. Polîsan piştî Kurt destgîr kirin, birin midûriyeta polîsan a Amedê.
Hat diyarkirin ku wê Kurt bibin Êlihê. Sedema destgîrkirina Kurt nehat zanîn.