Li Amedê Şehîdên Meha Gulanê hatin bîranîn

Li Amedê ji bo ‘Şehîdên Meha Gulanê’ bi tevlîbûna sedan kesî bîranînek hate lidarxistin.

Li Amedê sazî û dezgehên Kurd ji bo ‘Şehîdên Meha Gulanê’ bîranînek lidar xistin.

Di bîranînê de malbatên gerîlayên ERNK, HPG, YJA Star, YPJ û YPG’yên ku li dem û cihên cuda şehîd bûne, dîsa rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û bajar, Dayikên Aştiyê, Komeleya Aîkariyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwariyan (TUYA-DER), Komeleya Lêkolîn û Çandê û Ziman a Mezopotamya (MED-DER), Hewldana 78’an, Kongreya Îslam ya Demokratîk (DÎK), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA) û sedan kes amade bûn.

Ji beriya bîranînê ji bo kesên şehîd bûne mewlûd hate dayîn. Piştre bi deqeyek rêzgirtinê sînevîzyona têkildarî şehîdên meha Gulanê hate nîşandan.

Endamê Dîwan Hevserokatiya KCD’ê Adnan Akgul axivî, bal kişand ser qetlîamên li dijî gelê Kurd tê kirin û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tifaqa nava Kurdan de bê kirin, wê bibe bersiva herî mezin a li dijî vê zilmê, qetlîam û zextan.”

Bîranîn bi dayîna xwarina fitarê ve bi dawî bû.