Li Amedê 13 kes hatin girtin

Dewleta Tirk, ji Amedê destpê kir û li 9 bajaran operasyonên qirkirina siyasî pêk anîbûn û gelek kes destgîr kiribûn. Yek jê rojnameger 13 kesên destgîrkirî roja pêncşemê derxistin pêşberî dadgehê û hatin girtin.

25 kesên di operasyonên qirkirina siyasî yên ku 9’ê Cotmehê pêk hatî de hatibûn destgîrkirin, li Amedê birin dadgehê. Ji kesên derxistî dadgehê, rojnameger Kîbriye  Evren jî tê de 13 kes hatin girtin û 12 kes hatin berdan.

Dadgehê, hinceta girtina wan jî weke hemû dozên din ku bi awayekî kêfî û ne hiqûqî ceza didin, “Endametiya rêxistinê” kire hinceta girtinê.

Navê kesên hatî girtin wiha ne: Kibriye Evren, Behçet Îne, Celal Yoldaş, Eda Bazancir, Hulya Bîçen, Hasret Alp, Sercan Dogan, Aliye Tok, Elîf Harra, Nevriye Çul, Kumru Tokay, Rifat Ronî, Mehmet Temîzyuz.

Navê kesên hatî berdan jî wiha ne: Abbas Çelîk, Emrûllah Kaplan, Derya Aslan, Dîdar Çeşme, Dilnaz Ekmekçî, Seher Tumer, Pinar Sakik Tekîn, Selma Metîn, Eylem Ceylan, Turkî Gultekîn, Kadriye Ozcanli, Mehmet Ay.

Çav li rê ye ku siyasetmedarên din ên hatî destgîrkirin roja înê bi komî derxin dadgehê.