Li Amed û Êlihê li aqûbeta ‘windayan’ pirsîn

Xizmên Windayan li Amed û Êlihê ji bo ‘windayan’ lêgerîna edaletê domandin.

Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê wek her hefteyê li Parka Koşûyolû kom bûn û di hefteya 688’emîn de li aqûbeta windayan pirsîn û xwestin kujer bên dîtin û cezakirin. Nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî beşdarî çalakiyê bûn û di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin.

Di çalakiya vê hefteyê de li aqubeta Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hatibû wendakirin pirsîn.

Ewilî Seroka ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî. Zeytûn diyar kir ku polîtîkayê ku dewlet dimeşîne eleqeya bingeha wê bi aştiyê ve tine ye. Zeytûn di axaftina xwe de bal kişand li ser rewşa girtîgehan û wiha got: “Polîtîkayên bêcazahîştinê li girtîgehan de jî xwe dide nîşandan. Li girtiyan êşkence tê kirin. Mafên mirvoan li girtîgehen tê binpêkirin. Yê ku wan êşkenceyan dike ji darazê destekê digire.”

Piştî axaftina Zeytûn, endema Komisyona Windayan a ÎHD’ê parêzer Derya Yildirim serpêhatiya windakirina Cemal Kavak ê 26 sal berê li Amedê hat windakirin xwend. Yildirim da zanîn ku Cemal Kavak li Amedê tê windakirin û cenazeye wî di navbera rêya Amed û Bismilê de li nav zeviyên zilûyan tê dîtin. Yildirim got tevî ewqas sal derbas bûn jî hêj kujerên Kavak nehatine dîtin.

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna windayan deqîqeyek çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan ên li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan a li ser Rêya Gulistan a Êlihê hatin ba hev, li aqûbeta Alî Îhsan Dagli ku 14’ê Nîsana 1995’an li gundê Eşme ya Farqîn a Amedê hatibû destgîrkirin û careke di nagahî jê nehate girtin, pirsîn.

Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Huseyîn Elçî axivî û got: “Wêneyên Dagli yên dema destgîrkirî li ser rojnameyan hate parvekirin, lê hemû hewldanên ÎHD û malbatê bê encam man. Dewletê bersiva ‘me ne girtiye, ne li gel me ye’ da. Her hefte çalakiya aştiyane ya em dikin, diyae hinek jê aciz dibin. Ji ber vê aciziyê dem dem asteng dikin û pêkanînên der hiqûqî raber dikin. Her çendî mirovên hatine windakirin, bidin nîşandan ku ne di dema wan de bûye jî, berpirsyarê wan diyar in, rêjeyek diyar jî vê dizanin.”