Li Amed û Dersimê operasyonên qirkirina siyasî

Li Amed û Dersimê di operasyonên qirkirina siyasî de siyasetmedar jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Amedê serê sibehê di serdegirtina malan de Hevşaredarên berê yên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li gorî agahiyan, li Amedê Hevşaredarê Peyasê Necatî Pîrînççîoglû, Hevşaredarên Erxeniyê Ramazan Kartalmiş û Mervan Yildiz, Rêveberê berê yê HDP'ê yê Amedê Tarik Yazgan, Ridavan Ezel û 5 kesên li Şaredariya Erxeniyê dixebitîn hatin destgîrkirin.

DERSIM

Di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Tûnceliyê de polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser gelek malan û 4 kes destgîr kirin. Li navenda Dersimê Eser Kaya, li navçeya Pertaxê Kemal Ag, Bûrak Kûrban û li Pulurê jî Berdan Tosûn bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin destgîrkirin.

Kesên hatin destgîrkirin, birin Midûriyeta Emniyetê.