Li Amed û Êlihê malbat li dadê digerin

Di çalakiyan de yên li Amed û Êlihê hate xwestin ku ser dosyaya 'kiryar nediyar'  a Mehmet Sîncar were were ronîkirin û çîroka malbatên Serîn û Işik hate vegotin.

Xizmên Nebediyan, diyar kirin ku ew ê şopdarê wê dosyeyê bin, ku ji nû ve derbarê Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê vebû. Sîncar sala 1993’yan li Êlihê hatibû şehîdkirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirova (ÎHD) ya Amedê û xizmên nebediyan di hefteya 556’emîn de çalakiya “Bila nebedî bên dîtin û kûjer bên darizandin” li ber avahiya ÎHD’ê ya Amedê li dar xistin. Rêveberên ÎHD’ê, xizmên nebediyan û Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli yê ji wezîfeyê hat dûrxistin û rêveberên rêxistina CHP’ê ya Amedê beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên nebediyan hilgirtin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’ê Hasan Yalçin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku divê dosyeya Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar ê di 4’ê Îlona 1993’yan de li Êlihê hat qetilkirin, bê ronîkirin. 
 
FAÎL HATIN BERDAN 
 
Yalçin, anî ziman ku ev 556 heftene li qadan daxwaza edaletê dikin û wiha got: “Divê Tirkiye bi heqîqetê re rû bi rû were. Di 3’yê Cotmeha 1993’yan de li gundê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê, leşkeran di operasyonê de ji malbata Ogut 9 kes kuştin. Di salvegera bûyerê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Faîl li hemberî darazê hatin berdan. Lê em ê lêgerîna edaletê ya malbata Ogut dewam bikin.” 
 
KOÇÛ Û DERVÎŞ SAVGAT 
 
Xizmên Nebediyan di çalakiya xwe ya vê heftê de aqûbeta Tahîr Koçû û Dervîş Savgat ên di 1’ê Sibata 1994’an de li gundê Dîrseklî yê navçeya Cizîr a Şirnexê dema destgîrkirinê hatin nebedîkirin pirsîn. 
 
ÊLIH 
 
Şaxa ÎHD’ê û xizmên windayan li Êlihê jî, di hefteya 462’yemîn de çalakiya “Bila nebedî bên dîtin û kujer bên darizandin” li avahiya ÎHD’ê li dar xistin. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), endamên Meclîsa Dayikên AştiyÊ tevlî çalakiyê bûn. Xizmên Nebediyan, aqûbeta Hidir (63), Hatûn (31), Yeter (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî (37), Gulîzar (34) û Dîlek Serîn pirsîn (3) pirsîn, ku li goma gundê Gokçek a girêdayî Dersimê, di 24’ê Îlona 1994’an de, di dema operasyona leşkerî de malên wan hatin bomberankirin û dûre hatibûn destgîkirin.
 
'CAREK DIN AGAHÎ JI WAN NEHAT GIRTIN’
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’ê yê Êlihê Abdurrezzak Katmaz, daxuyaniya vê heftê xwend û çîroka malbatên Serîn û Işik wiha rêz kirin: “Kesên li goma Mîrik a gundê Gokçek a Dersimê dijiyan, ji ber operasyonên leşkerî, şer û zextên leşkeran neçar man ku koçî deverên cuda bikin. Malbatên Işik û Serîn tenê li gomê diman. Dema operasyona di 23 û 24’ê Îlona 1994’an dest pê kir, ketin û derketina Mîrik hat qedexekirin. Leşkerên girêdayî Fermendariya Komando ya Çiyayê Bolû yên dibin fermandariya Bingeneral Yavûz Erturk de bi ser gomê de girtin. Leşkeran mal, bax û baxçeyên gomê bombeberan kirin. Leşkeran dûre ji her du malbatan Hidir Işik (63), Hatûn Işik (31), Yeter Işik (22) û Elîf Işik (29) û Duzalî Serîn (37), Gulîzar Serîn (34) û Dîlek Serîn a 3 salî, destgîr kirin. Piştre ji van kesan bi tu awayî agahî nehatin girtin.”
 
Xizmetên nebediyan piştî daxuyaniyê, çalakiya rûniştinê  ya 5 deqeyan li darxistin.