Li Amed û Êlihê li aqûbeta windayan hate pirsîn

Xizmên windayan li Amed û Êlihê lêgerîna xwe ya edaletê domandin. Di çalakiyan de Êzidiyên hatine qetilkirin hatin bibîranîn û polîtîkaya şer a dewletê jî hate şermezarkirin.

Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li avahiya ÎHD'ê ya Amedê û li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê çalakiyên "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" berdewam kirin.

Xizmên windayan li Şaxa ÎHD'ê di hefteya 547’an de kom bûn û disa bi pankarta "Bila winda bên ditin û kujer bên darizandin" û wêneyên windayan çalakiya xwe berdewam kirin. Parêzvanên mafên mirovan û xizmên windayan tev li çalakiyê bû. Di çalakiyê de Endamê komîsyona Windayan ê Şaxa ÎHD'ê Adnan Orhan, anî ziman ku hêj çalakiya wan a li Parka Koşuyolu tê astengkirin û wiha got: “Li vê erdnîgariyê hêj zilm, pêkanînên keyfî berdewam dikin. Biryara Walî ya qedexeyê tê wateya ku dixwaze dengê dayikan qut bike" Orhan, anî ziman ku yên xizmên wan winda kirine wê hesab bidin û wiha bi dawî kir: "Ev gel wê heta dawî daxwazên xwe bînin ziman û şopdarên windayan bin."

Orhan, piştre qala çîroka Îskan Can kir ê di sala 1999'an de li Amedê hat windakirin . Orhan, anî ziman ku dema Can ji bo xebatê çû Stenbolê çend çaran ji aliyê polîsan ve hat şopandin û herî dawî di 17'ê Tebaxa 1999’an de li malbatê geriyaye û diyar kiriye ku hatiye Amedê, lê ji wê demê û şûnde tu agahî jê nehatine girtin.

ÊLIH

Xizmên windayan û şaxa îHD'ê ya Êlihê jî bi heman armancê li avahiya ÎHD'ê ya Êlihê çalakiya xwe berdewam kirin. Li Êlihê jî xizmên windayan di hefteya 453'an de kom bûn û aqûbeta windayan pirsîn. Rêveberên ÎHD'ê û Xizmên windayan amade bûn. Li ser navê malbatan û parêzvanên mafên mirovan Rêvebera ÎHD'ê ya Êlihê Gulbahar Kaya, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha got: "Di ser komkujiya Şengalê re 5 sal derbas bûn. Em carek din êrîşa li dijî Êzidiyan şermezar dikin."

Kaya, piştre qala çîroka Haci Ahmet Er kir ê di 15'ê Tebaxa 1995'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat windakirin û piştre agahî jê nehat girtin.