Li Amarayê şitlên rojbûna 73'an hatin çandin

Di çarçoveya pîrozbahiyên rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li Amarayê şitil hatin çandin.

Komên destpêkê yên meşê, gihîştin qaxên hawirdorê yên gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê.

Parlamentera Rihayê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu, rêveberên HDP'ê yên rêxistina navçeya Xelfetiyê û endamên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li taxa Vahna ya li qiraxa Çemê Firatê, ji bo rojbûna 73'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil çandin.

Surucu ya HDP'î di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in bi rengekî giran tecrîdkirî ye.

Surucu got, "Bi tecrîdkirina Ocalan re ev gel ji aştî û azadiyê bêpar hate hiştin. Bi milyonan kes di Newrozê de daketin qadan. Careke din xwestin tecrîd bi dawî bibe û Birêz Ocalan azad bibe. Diyar kirin ku aştî û çareserî li Îmraliyê ye. Em jî di 4'ê NÎsanê de careke din bang li rayedarên dewletê dikin; dawî li tecrîdê bînin, şert û mercên azadiyê ji bo Birêz Ocalan çêbikin. Çareseriya pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e."

Di dema çandina daran de dirûşma "Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo" hate qîrîn.

Di vê navberê de ji Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Colemêrg, Edene û Mersînê berê gelek kesî li Amarayê ye.