Li Amarayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd hate pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Amarayê li mala ku ji dayik bûye, bi stranan hate pîrozkirin.

Şêniyên ku ji bo rojbûna 73’emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê xwe dan gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê, li gîşeyên derketina otobana Bêrecûk û Xelfetiyê rojbûna Ocalan bi coş pîroz kirin. Kesên li Amaraya bi sedan esker û maşîneyên zirxî hate dorpêçkirin de kom bûn, li mala ku Ocalan jê dayik bû pîrozbahî li dar xistin. 

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan û parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Omer Ocalan, kesên ji bo 4’ê Nîsanê hatin gund pêşwazî kirin. Omer Ocalan ê li ber deriyê mala ku Ocalan jê dayik bûye axivî û wiha got: “Em di 4’ê Nîsanê de li Amarayê ne. Derdora gund hatiye dorpêçkirin. Destûr nedan ku gelê me were Amarayê. Hemû kesan dixwestin bi me re werin Amarayê. Gel bi awayekî bêhiqûqî hate astengkirin. Astengkirin heta ber deriyê me jî hat.”

Ocalan, dest nîşan kir ku herkes dikare li mala xwe li bajarê xwe 4’ê Nîsanê pîroz bike û wiha berdewam kir: “Dibe ku carna bi milyonan carna jî bi 15 kesan em li vir bin. Derdora gund dorpêç dikin û nahêlin mevanên me werin. Em careke din dibêjin; rojbûna 73’emîn a rêzdar Ocalan pîroz be. Doza Kurdan bi muxatabiya rêzdar Ocalan dikare were çareserkirin. Ya rast diyalog û hevdîtin e. Heke diyalog pêk were, dê li Tirkiyeyê aştiyeke bi rûmet pêk were.”

Piştî axaftinan hunermendan bi hev re strana “Ay Dîlberê” strandin û rojbûna Ocalan pîroz kirin.