Li Agiriyê mirovên nexweş di rê de dimirin

Parlamentera Agiriyê ya Partiya Çepên Kesk Necla Demîr got, li Agiriyê ku nifûsa xwe 540 hezar kes e, ji ber ku bi têrkerî doktor nînin mirov nikarin sûdê ji mafê tenduristiyê werbigirin û di rê de jiyana xwe ji dest didin.

Li Agiriyê ku nifûsa xwe 540 hezar kes e, krîza tenduristiyê mezin dibe. Li bajêr ku bi têrkerî nexweşxane, navendên tenduristiyê nîne, her wiha doktor, kedkarên tenduristiyê û cîhazên tenduristiyê jî bi têra xwe nîne. Li Tirkiyeyê serê 461 kesî doktorek dikeve, lê li Agiriyê ev rêje dibe 857 kes. Her wiha hejmara doktorên pispor ku herî kêm divê 540 be, li bajêr 213 doktorên pispor hene.

Li Agiriyê ku ji aliyê rêjeya jidayikbûnê ve yek bajarên sereke yê Kurdistan û Tirkiyeyê ye, tenê çend doktorên jinê yên jidayikkirinê hene.

'NEXWEŞÊN GIRAN DIBIN ERZÎROM AN JÎ WANÊ'

Parlamentera Partiya Çepên Kesk Necla Demîr ragihand ku li gorî daneyên sala 2021'ê yên Wezareta Tenduristiyê li Tirkiyeyê serê 461 kesî doktorekd ikeve, lê li Agirî ku nifûsa xwe 540 hezar kes e, serî 857 kesan doktorek, li Mûşê serê 830 kesî doktorek, li Rihayê serê 879 kesan doktorek, li Şirnexê serê 789 kesan doktorek û li Osmaniyeyê jî serê 778 kesan doktorek dikeve.

Necla Demîr bi bîr xist ku Agiriyê yek ji wan bajaran e ku herî zêde jidayikbûn lê çêdibe û got, "Lê belê li navenda Agiriyê hejmara doktorên pisporên jinan li şûna ku 12 be, niha tenê 5 doktor hene. Her wiha tenê onkologek heye." Necla Demîr diyar kir ku nexweş neçar dimînin biçin Erzîrom an jî Wanê.

'MIROVÊN NEXWEŞ DI RÊ DE DIMIRIN'

Necla Demîr anî ziman ku pirsgirêka nebûna doktor û derfetên tenduristiyê bi salan e li Agiriyê dewam dike û got, "Bi salan e ev pirsgirêk nehatine çareserkirin, berevajî çareseriyê hatine girankirin. Nabe ku ev pirsgirêk mîna ku qedera Agiriyê bê ferzkirin. Rêya Agirî-Erzîromê ji 7 heta 70 salî ji bo xelkê Agirî bûye travma. Nexweşên xelkê Agiriyê di vê rêyê de jiyana xwe ji dest didin. Ji ber ku li Agiriyê doktorên pispor û alavên têrker ên tenduristiyê nînin, mirov neçar dimînin ku nexweşên xwe bi rêya bejahî ji Agiriyê bibin Erzîromê, lê gelek ji wan di rê de jiyana xwe ji dest dan. Dema ku me ev yek ji deverên pêwendîdar re ragihand, mîna ku tiştekî qederê ye ji me xwestin ku em em sebir bikin. Divê li ser vê yekê bê rawestîn. Em ê ya pêwîst bikin û li ser bisekinin."