Li Agiriyê destdirêjî li zarokeke 6 salî hate kirin
Li Agiriyê kesekî 60 salî destdirêjî li zarokeke 6 salî kir. Zaroka 6 salî rakirin beşa venêrîna kûr a nexweşxaneyê û êrîşkar jî hate destgîrkirin.
Li Agiriyê kesekî 60 salî destdirêjî li zarokeke 6 salî kir. Zaroka 6 salî rakirin beşa venêrîna kûr a nexweşxaneyê û êrîşkar jî hate destgîrkirin.
Li Bazîda Agiriyê kesekî 60 salî yê ku li malekê xanî boyax dikir, destdirêjî li zarokeke 6 salî kir.
Kesên derdorê ev bûyer dîtin û bangî polîsan kirin. Êrîşkar hate destgîrkirin. Zaroka 6 salî jî rakirin beşa venêrîna kûr a Nexweşxaneya Dewletê ya Bazîdê.