Li Agiriyê çalakiya gerîla

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla roja 1'ê Mijdarê li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyek pêk anîne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Hêzên me 1'ê Mijdarê saet 17:10'an di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de li qûlûbeya nobedê ya Qereqola Serêkaniyê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dan. Derbên giran li qulûbeyê hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 1'ê Mijdarê saet 15:30'î bombe li qada Şikefta Birîndaran a Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Heman rojê saet 18:00 gundê Şelaze yê herêma Metînayê, saet 21:00 jî girê Hakkarî bombe kirin.

Balafirên şer roja 30'ê Cotmehê saet navbera 17:00-17:30'î bombe li derdora gundê Derarê yê Duhokê barandin."