Li Agiriyê 42 girtî ketin greva birçîbûnê
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Agiriyê, 42 girtiyên siyasî bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Agiriyê, 42 girtiyên siyasî bi rengekî dorveger dest bi greva birçîbûnê kirin.
Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Agiriyê, 42 girtiyên siyasî, ji bo piştgiriyê bidin grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
CEZAYÊ HUCREYÊ DAN GIRTIYÊN DEST BI GREVÊ KIRIN
Li gorî agahiyên ji xizmên girtiyan hatin wergirtin, rêveberiya girtîgehê cezayê hucreyê li koma destpêkê ya greva birçîbûnê birî. Hat ragihandin, mafê girtiyan ê aaftina bi telefonê ku hefteyê du caran e, kirine hefteyê carekê, hejmara pirtûkên ji wan re dihat dayîn hatiye kêmkirin û hevdîtina bi malbat û parêzeran re tê astengkirin. Xizmên girtiyan gotin, rêveberiya girtîgehê bi hinceteke biçûk yekser cezayê hucreyê li girtiyan dibire.
Girtiyên tevlî greva birçîbûnê ya bi dorvegerî bûne ev in: Firat Buyuk, Ercan Aslan, Mesût Seven, Ersîn Akbay, M.Nûrî Alkan, M.Saît Dogan, Mazlûm Dogan, Denîz Ozekîncî, Omerî Seît Yilmaz, Cîhan Alkan, Sefer Ugûr, Denîz Lerî, Abdûllah Ozcan, Veysel Tîmûr, Cehgîs Aksîn, Vedat Kalin, Îbrahîm Yaşar, Bayram Ozden, Ferhan Kartan, Erhan Tûnç, Abdûllah Ekelîk, Mûstafa Barût, Nevzat Akbûlak, M.Kasim Caval, Cîhat Ayîk, Mehmet Çelîk, Mehmet Salîh Coşkûn, Huseyîn Bîngol, Kiyasettîn Yirgal, Selahattîn Kaya, Gazî Yaman, Bûrhan Daşdemîr, Îbrahîm Dogrûyol, Aydin Aglar, Fîraz Pîr Ozbay, Suleyman Sara, Yuksel Yildirim, V.Tekîn Tanyaç, Mehmet Aslan, Enver Kûtlûay û Mehmet Aslan.