Li Ûrmiyeyê girtiyê siyasî Kamûran Kasimî 11 roj in di greva birçîbûnê de ye

Li Girtîgeha Ûrmiyeyê, girtiyê siyasî Kamûran Kasimî li dijî binpêkirina mafên mirovan 11 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê girtiyê siyasî yê Kurd Kamûran Kasimî yê li Girtîgeha Navendî ya Ûrmiyeyê, ji ber astengkirina hevdîtina bi malbatê re û bêparhiştina ji mafê destûrê yê demkî di greva birçîbûnê de ye.

Hate ragihandin ku Kasimî 11 roj in di greva birçîbûnê de ye û ji girtiyên din hatiye îzolekirin.

Tora Mafên Mirovan diyar kir ku Kamûran Kasimî Cotmeha 2019'an hate girtin û ji aliyê dadgeriya Îranê ve bi 10 salan cezayê girtîgehê hatiye cezakirin.

Hate ragihandin ku dadgeha îstînafê cezayê 10 salan daxistiye 7 sal û 6 mehan.