BI DÎMEN

Li Ûrmiyê jî agirê Newrozê hat dadan

Welatiyên bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê doh şev bi merasîmeke girseyî li dora agir kom bûn û li ber stranan govenda Newrozê gerandin.

AGIRÊ NEWROZÊ

Li Bajarên Rojhilatê Kurdistanê ku dadana Agirê Newrozê destpêkiriye her diçe berfirehtir dibe.

Doh bi şev jî li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê Kurdan cil û bergên Kurdî li xwe kirin û daketin saheya ku ji bo Newrozê diyar kiribûn.

Li wir piştî dadana agirê Newrozê welatiyan heta derengiya şevê li dora agir li ber stranan govend gerandin.

Şahî û kêyfxweşiya ciwanan ya ji hatina Newroz û demsala Biharê bal kişand.