Li Şirnexê protestoya qirkirina siyasî

Li Şirnexê bi daxuyaniyeke çapemeniyê operasyonên qirkirina siyasî hatin şermezarkirin.

Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, derbarê operasyona destgîrkirinê ku serê sibehê yên li dijî endam û rêveberên wê pêk hat, bi daxuyaniyek şermezar kir û got,"Em ê têbikoşin.''
  
Polîsên Tirk îro serê sibê li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Silopî, Qilabanû Elkê yên Şirnexê, bi çarçoveya lêpirsînê ya Serdozgeriyê Komarê ya Şirnexê bi ser malan de girtin û 21 endam û rêvebirên HDP, DBP û KCD'ê destgîr kirin. Diyar bû ku derbarê dosyaya kesên ku hatin destgîrkirin, biryara nepeniyê hatiye standin û dema destgîrkirinê ji bo çar rojan hatiye dirêjkirin. 

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, derbarê operasyona destgîrkirinên serê sibê de, li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê û desgîrbûna endam û rêveberên xwe şermezar kir. Di daxuyaniyê de pankarta “Operasyonên Siyasî wê têkoşîna me mezin bikin"  hat vekirin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş, aktivîstên TJA'yê, rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyan, beşadarî daxuyaniyê bûn.   
 
Daxuyanî ji aliyê  Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, diyar kir ew ê li dijî desgîrkirin û êrîşan heta dawiyê tebikoşin û wiha got: "Ev nêzî 5 sal in li dijî partiya me bi awayeke organîze êrîş pêk tên. Lê li dijî van êrîşan em weke HDP, KCD, ESP û DBP'ê bihêztir dibin. Em xebatên xwe xurtir didomînin. Bi wê hêza ku em ji gelê xwe distînin, em ber bi pêşerojê ve dimeşin. Tu kes nikare vê meşa me bide sekinandin. Desthilatdariya ku her roj êrîşî me dike, roj bi roj bêhêz dibe." 
 
Denîz, di berdewamiya axaftina xwe de, wiha bilêv kir: "Em vê neheqiyê û bêhiquqiyê şermezar dikin û qebûl nakin. Divê hevalên me bi lez bên berdan. Heta ku HDP hebe, wê daxwaza edelet, demokrasî û azadiyê bike. Em ê her tim li dijî êrîşan serî hildin."
 
Piştre parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozgûneş jî, bal kişand ser desgîrkirinan û got, "Îro serê sibehê, deriyên hevalên me şikandin û destgîrkirin. Em van destgîrkirina qebûl nakin û şermezar dikin.''