Li Şirnexê operasyona qirkirina siyasî

Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku peywira wê ji aliyê AKP û MHP’ê hatibû desteserkirin jî di nav de li Şirnex û navçeyên wê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li Şirnex, navçeyên wê Hezex û Silopiyê de Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kûtlû ya ku peywira wê ji aliyê AKP û MHP’ê hatibû desteserkirin jî di nav de, rêveberê HDP’a Şirnexê Sekvan Kilinç, Hevseroka HDP’a Hezexê Nafîye Geçgel, endamên Meclîsa Giştî ya Bajêr Elfesya Nas û Asûman Kutler ên ku ji peywirê hatibûn dûrxistin, endamê Kongreya Civaka Demokratîk Ekrem Şavlûk hatin destgîrkirin.

Hate diyarkirin ku di çarçoveya operasyonê de polîsan girtine ser mala siyasetmedar Resûl Sadak lê Sadak ji ber ku ne li mal bûye, nehatiye destgîrkirin.

Hate diyarkirin dibe ku hejmara kesên hatine destgîrkirin zêde bibe û derbarê sedema destgîrkirinê tu agahî nehatin bidestxistin.