Gerîlayan li Şirnexê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxisitn. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên têkildarî çalakiyan bi raya giştî re parve kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BİM) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiya li dijî leşkerên Tirk ên li herêma Tepê Xwedê yê herêma Avaşînê bicih bûbûn de gelek leşker hatine kuştin û birîndar bûne. HPG-BİM’ê ragihand ku li herêmên Besta û Qilebanê yên Şirnexê gerîlayan rêzeçalakî lidarxistine.

Berfirehiya daxuyaniya HPG'ê wiha ye;

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me yên YJA-Starê roja 5’ê Tîrmehê saet 12:30’an li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Tepê Xwedê yê herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyak lidarxist. Di çalakiyê de bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker herêm bombe kir û di encamê de li eraziyê şewat derket.

Roja 6’ê Tîrmehê saet 09:30’an hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li Girê Yekmalê ya navçeya Qileban a Şirnexê bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de li çeperên dijmin ên li gir hate xistin, hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate testpîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagiker bi topên hawan û obusan herêm bombe kir. Di encama bombebaranê de li herêmê şewat derket.

LI ŞIRNEXÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Roja 7’ê Tîrmehê (îro) saet 05:30’an hêzên me yên YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî leşkerên li herêma Deriyê Beroj a herêma Şehrîban li herêma Besta a Şirnexê çalakiya sekvanî lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker roja 5’ê Tîrmehê saet 21:00’an bombe li herêma Saca ya herêma Zê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de tu windahiyekî yê hêzên me çênebûn lê zirareke mezin gihişte bax û baxçeyên welatiyên sivîl.

Dîsan Roja 6’ê Tîrmehê saet 22:30’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Tepê Cûdî yê herêma Gundê Fila ya herêma Zê barandin. Di vê bombeberanê de ti windahiyekî hêzên me çênebûn.