Li Şirnexê di encama teqîna cismekê de zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li Bajaroka Findikê ya navçeya Basa ya Şirnexê cismek teqiya. Di encama teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û dêya wî jî bi giranî birîndar bû.

Li bajaroka Findik a navçeya Basa ya Şirnexê teqînek çêbû. Di teqînê de zarokek jiyana xwe ji dest da û dêya wî bi giranî birîndar bû.

Li gor agahiyên bi dest ketin malbata Dayan ku sewalkariyê dike, îro danê nîvro gava vedigeriya malê di rê de cismek dîtiye. Zarokan cism aniye malê û gava pê lîstine, bi wan de teqiyaye. Di teqînê de Remziye Dayan (35) bi giranî birîndar bû û zarokê wê yê 4 salî jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da.