Li Şirnexê çalakiya suîkastê: Leşkerek hate cezakirin

Gerîlayan li Deriyê Wara ya qada Kato Jîrka a navçeya Elkê ya Şirnexê bi çalakiyeke suîkastê leşkerekî dagirker ceza kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derheqê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirker ên Tirk daxuyaniyeke niviskî da.

Daxuyaniya HPG'ê wiya ye.

''3'yê Îlonê artêşa TC'ê ya dagirker qadên Gundikremo û Girê Hirmo yên li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê bi obûs û hawanan bombek irin. 8'ê Îlonê hêzên dagirker bi helîkoptêran qada Navsera Cûdî bome kirine, bi Skorskyê leşker danîne herêmê û operasyon dane destpêkirin. Bi encama bombebaranê şewata ku li Gundikremo, Girê Hirmo û Navsera Cûdî derketî hê jî didome.

Bi çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever 8'ê Îlonê li dehma Deriyê Wara ya li qada Kato Jîrka a navçeya Elkê ya Şirnexê hêzên me artêşa TC'ê ya dagirker bi çalakiya suîkastê kirine hedef. Di vê çalakiyê de tespîtkirî leşkerek hatiye cezakirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Artêşa TC'ê yadagirker êrîş anîne ser Qadên Parastinê yên Medyayê. Bi vê çarçoveyê;

9'ê Îlonê saet 13.30'an balafirên şer ên artêaş TC'ê ya dagirker qada Sîda ya herêma Zapê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û saet 14.00'an qada Gundê Fileha bombe kirine.

Eynî rojê saet 08.00'an artêşa TC'ê ya dagirker qada Stûna ya herêma Avaşînê bi obûsan bome kiriye.  Di encama bombebaranê de şewata ku deerketî hê jî didome.''