Li Şirnexê amadekariya operasyonê

Artêşa Tirk li Şirnexê amadekariya operasyonê dike û 11 qadên li herêma Elkê qedexe kir.

Dewleta Tirki li navçeya Elkê ya Şirnexê 11 qad bi navê ‘qadên ewlekariyê yên taybet’ qedexe kir.

Li gorî daxuyaniya walîtîya Şirnexê ya mêtinger, hin cihên ku têketina wan hatiye qedexekirin, ev der in, “Berpalên Sîvrîsînek,  Girê Hinzurîk, Qada Zoraba, Girê Beyaz, Girê Sariyer, Başûrê Çemê Hêzilê.” Ji xeynî van qadan gelek qadên din jî têketina wan ji 29’ê Çileya 2018’an heta 12’ê Sibata 2018’an hatiye qedexekirin.