Li Şirnexê 3 girtî ketin greva bêdawî-bêdorveger

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê 3 girtiyên din jî ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ewlehî, tenduristî û azadiya wî ketin greva biçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe da destpêkirin û piştre li gelek girtîgehan belav bû didome.

Li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê jî îro girtiyên bi navê Hakan Kûtlûk, Agît Bîlîk û Osman Beytûr ku ji bo tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

Hate ragihandin ku di derbarê girtiyên berî demekê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger lêpirsîna disiplînê hatiye destpêkirin.