Li Şirnexê 14 herêm hatin qedexekirin
Li Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilaban, Basa û Elke 14 herêm bi hinceta "ewlekariyê" hatin qedexekirin.
Li Şirnexê û navçeyên Cizîr, Silopiya, Qilaban, Basa û Elke 14 herêm bi hinceta "ewlekariyê" hatin qedexekirin.
Walîtiya Şirnexê bi daxuyaniyê ragihand ku 14 herêmên li ser sînorê Şirnex, Cizîr, Silopiya, Qileban, Basa û Elkê bi hinceta “ewlekariyê” ji bo 15 rojan weke “herêmên ewlehiya taybet a demkî” hatine ragihandin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe ji 29’ê tebaxê (di nav de ye) heta 12’ê îlona (di nav de ye) 2023’yan dê bidome.