Li Şirnex û Erdexanê 3 kes hatin destgîrkirin
Li Şirnexê 2 kes û li Erdexanê jî di kontrola polîsan de ajovanekî TIR’ê hatin destgîrkirin.
Li Şirnexê 2 kes û li Erdexanê jî di kontrola polîsan de ajovanekî TIR’ê hatin destgîrkirin.
Desthilatariya AKP û MHP’ê operasyonên qirkirina siyasî didomînin.
Jendirmeyên Tirk vê sibehê girtin ser gundên Hêtma û Zivingê ya Basaya Şirnexê. Di van serdegirtinan de Fîkret Şen û jineke 50 salî ya bi navê Qumrî hatin destgîrkirin. Hate diyarkirin wê van kesan berê bibin emniyet Basa û piştre jî bibin Şirnexê.
Ajovanê TIR’ê Seyfeddîn Kaplan ê ji Silopiyê ye, dema ji Azerbaycanê kete Tirkiyeyê li Erdexanê di benda kontrolê ya polîsan de hate destgîrkirin. Hate diyarkirin wê Kaplan bibin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr a Erdexanê.