Li Şirnex û Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Li Şirnex û 11 herêmên navçeyên wê, heta 15 rojan weke herêma “ewlekariya taybet” hat ragihandin. Li Xîzana Bedlîsê jî “herêma ewlekariya taybet” ku gelek gundan digire nava xwe, hat ragihandin.

Walîtiya Şirnexê 11 herêmên navend û navçeyê wê dîsa weke “Herêmên ewlekariya taybet” ragihand. Hinek herêmên di navbera navenda Şirnexê û navçeyên wê Cizîr, Silopiya, Basa, Qileban û Elkê ji 15’ê tîrmehê heta 29’ê tîrmehê weke “Herêmên ewlekariya taybet” hatin ragihandin.

Walîtiyê di daxuyaniyê de got ku Çiyayê Cûdî, Çiyayê Kûrt, Kûreşîn, Kela Memê, Newala Serîn, Feraşîn, Çiyayên Kato Marînos û Kato Jîrka, Dulê û Tenîn ji bo 15 rojan weke herêmên ewlekariyê hatine ragihandin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku welatî bi şev û roj nekevin van herêman.

Roja ku biryara qedexeyê hatiye ragihandin, li Elkê mîhrîcana “berxbirê” hate lidarxistin û Waliyê Şirnexê Osman Bîlgîn ev îdiayên sosret kir: “Ev 40 sal bûn nehdihiştin ev gel ji nîmetên van çiyayan sûdê bigire. Îro, ji bo welatî bi şev û roj bi awayekî herî baş ji çiyayên Kato, Feraşîn û Elkê sûdê bigirin, peywirdarên dewletê hemû cureyên derfetan didin.”

BEDLÎS

Walîtiya Bedlîsê di 2’yê tîrmehê de li gundên Hûzeran, Akûnis, Govan, Lanîlan, Xûlepûr, Kekulan, Sûreh, Pertawan, Kuran û Mezra Pisyan ên Xîzana Bedlîsê qedexeya derketina derve ragihandibû û bi ragihandina qedexeyê re operasyona leşkerî destpê kiribû. Qedexe di 6’ê tîrmehê de hem qedexe û hem jî operasyon bi dawî bûbû.

Hefteyek piştî operasyonê jî li heman qadê dîsa operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Operasyona leşkerî ya li herêmê didome. Walîtiya Bedlîsê qadeke berfireh ku 10 gundên girêdayî navçeya Xîzanê û gundên Xûlepûr û Kekulanê jî digire nav xwe, ji bo 15 rojan weke “Herêma Ewlekariya Taybet” ragihand.

Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku herêma navborî ji 14’ê tîrmehê (di nav de) heta 28’ê tîrmehê weke “Herêma Ewlekariya Taybet” hatiye ragihandin.

Hat ragihandin ku cotkarekî ku ji bo avdana zeviya xwe diçû, ji hêla leşkeran ve hate destgîrkirin.