Li Şengalê semînera 4’ê Nîsanê

TAJÊ bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Hesewîkê semînerek da. Di semînerê de hate gotin ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna hêviyek nû ya azadiyê ye ji bo hemû cîhanê.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê Hesewîk yê girêdayî herêma Ereban ku dikeve di navbera Şengal û sînorê Rojavayê Kurdistanê semînerek da. Bi sedan jinên Ereb beşdarî semînerê bûn. Semîner bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.

Semîner ji aliyê Hevseroka Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hesen ve hate rêvebirin. Hesen, li ser wateya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got:“4’ê Nîsan rojbûna Rêber Apo em weke rojabûna fikra ku banga yekîtiya gelan, azadiya jinê û wekheviya cinsî dike dibînin.”

Hesen anî ziman ku Tevgera Azadiyê bi 6 kesan dest pê kir  û wiha pê de çû:“Tevgera ku bi 6 kesan dest pê kir, niha bûye bi milyonan mirov ku li pey fikir û felsefeya Rêber Apo ne. Rêber Apo dibêje, ‘Eger em bi hevre yek bin hemû dinya li dijî me şer bike em ê biserkevin, lê eger em ne yekbin bila dinya hemû bi mere be em bi sernakevin.”

‘BI RAMANÊN RÊBER APO ME XWE JI NÛVE AFIRAND‘

Hesvseroka Meclîsa Xweseriya Şengalê MXDŞ’e Xezal Reşo jî di semînerê de axivî. Reşo, di axaftina xwe de bi xêr hatine beşdarvanan kir û wiha got: “Em ê çawan xwedî li mafê xwe derkevin û biparêzin em ji Rêber Apo hîn bûn. Bi taybet piştî fermana dawî me bi fikir û ramana Rêber Apo xwe ji nû ve ava kir. Em tu car jî nahêlin ku kesên ji mere bêbextî kirîne bên ji bîr kirin. Her wiha kesên bi hewara civaka me ve jî hatine em ê tu carê jibîr nekin û nedin jibîr kirin. Fikra Rêber Apo hişt ku li Şengalê yekîtiya gelan zêdetir xûrt be, em bi saya fikra Rêber Apo li vir kom bûne. Em ê heta dawî li berxwe bidin û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bilind bikin.“

‘LÊKIRINA DÎWAR PLANEK QIRÊJ A TIRKIYE Û IRAQÊ YE‘

Reşo, bal kişand li ser êrîşên li ser Şengalê û wiha dawî kir: “Dewleta Tirk bi lîstokan dixweze Iraqê jî bixe nav pilanên xwe yên qirêj. Lewma îro Iraq dixweze navbera me de dîwar û têl lêke. Ev planek kûr û qirêje. Iraq bi tena serê xwe vê yekê nikare bike. Em dizanin ku Tirkiye cihê xwe di nava vê plana qirêj de digre.“

Semîner bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo“ û “Bê Serok jiyan nabe“ bi dawî bû.