Li Şengalê meşa ‘Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi Xweserî û Azadiyê ve’ pêk hat

Bi hezaran Şengaliyên ku bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê hatin cem hev bi dirûşmeya 'Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi Xweserî û Azadiyê ve' meşeke mezin pêk anîn. Di meşê de li dijî xiyaneta PDK'ê dirûşme hatin berzkirin.

Ji ber salvegera fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê tevahiya rojê cihên kar hatin girtin û bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de kesên di berxwedana Şengalê de şehîd bûn hatin bîranîn û xiyaneta PDK'ê careke din di her platformê hate şermezarkirin.

Meşa bi dirûşmeya 'Ji Qirkirin û Koletiyê ber bi heta Xweserî û Azadiyê ve' ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes tevlî bûn.

Di meşê de bênavber dirûşmeyên, ‘Bimre Xiyanet’, ‘Bijî Berxwedana Şengalê’ hatin berzkirin û berxwedana gerîlayên HPG-YJA Starê hatin silavkirin.

Di meşê de wêneyên qurbaniyan û şehîdên pêşeng yên Êzidiyan hatin rakirin.

Komek jinên ciwan ji bo şermezarkirina dîl girtin û firotina jinan ji aliyê DAÎŞ’ê ve cilên reş li ber kirin, xwe zincîkirin û wêneyên jinên hatine dîl girtin û qetilkirin rakirin.

Meş li ber Meclîsa Gel destpêkir û heya nêzî Mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) ku weke zindan û êşkencexaneyê ji bo Êzidiyan hatibû bikaranîn dewam kir.