Li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir.
Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Şengalê jî greva birçîbûnê dest pê kir.
Greva birçîbûnê bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî dest pê kir.
Greva birçîbûnê li Salona Lalişê ya li Xanesorê pêk tê. Koma destpêkê ji 20 kesan pêk tê. Çalakiya ciwanan wê 3 rojan bidome û piştre nûnerên sazî û rêxistinên civakî yên sivîl ên li Şengalê grevê dewr bigirin.