Li Şengalê goreke komî ya din jî hat dîtin

Li Şengalê goreke komî ya mirovên ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatî qetilkirin, hate dîtin.

Li gorî agahiyê ku qayameqamê Şengalê Fehed Hemîd dane ajansa Rojnewsê, gora komî şevê din, li beramberî Dêra Xiristiyanan ligel baxê zeytûnan hat dîtin.

Qaymeqam Fehed Hemîd   da zanîn ku şevê din hinek welatî bi rêya telefonê li wî geriyane û gotine ku wan li gel Dêra Xiristiyanan li kêleka rê, hestî û cilên mirovan ên derketine ser axê, dîtine. Hemîd diyar kir ku li ser vê zanyariyê çûye cihê bûyerê û lêkolîn kiriye. Hemîd destnîşan kir ku wî ferman daye hêzên ewlekariyê ku herêmê bixin bin kontrolê û tedbîran bigirin.

Hemîd, got ku wê agahî bidin saziyên eleqedar da ku vê gora komî vekin û tiştên pêwîst pêk bînin.

Hemîd bang li Komîteya Şehîdan, Saziya Mafên Mirovan û Hikûmeta Îraqê kir ku demildest bi vê mijarê re eleqedar bibin.

Qaymeqam Hemîd da zanîn ku heta niha li herêma Şengalê 77 gorên komî hatine tespîtkirin.