Li Şengalê di xaniyekî de teqîn: Kesekî jiyana xwe ji dest da

Li Şengalê li gundê Girzêrik ji ber teqandina mayînekê ya ku berê li xaniyekî hatibû danîn, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Şengalê Elî Elyas Meto yê ji gundê Girzêrik dema çû xaniyê xwe yê ku vala kiribû, ji ber teqandina bombeya ku berê hatibû danîn, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan hemwelatiyê Êzidî yê bi navê Elî Elyas Meto yê ku çû xaniyê xwe yê li gundê Girzêrik ê ku di bin kontrola Heşdî Şabî de ye, ji ber teqandina bombeyeke ku berê hatibû danîn, jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku hê cenazeyê Meto di bin enqaza di xanî de ye û 3 kesên nêzî vî xaniyî jî ji ber teqandinê birîndar bûne.