Li Şengalê cangoriyên fermanê hatin bibîranîn

Li Şengalê bi pêşengiya Meclîsa Şengalê cangoriyên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn.

Bi pêşengiya Meclîsa Şengalê li Taxa Qedsiye ya Şengalê cangoriyên Êzidî yên fermana 3’ê Tebaxa 2014’an hatin bibîranîn.

Gelek kes û rûspiyên civakê beşdarî merasîmê bûn.

‘CIHÊ BI HEZARAN KESÎ NAYÊ ZANÎN’

Endamê Meclîsa Şengalê Hadî Îlyas fermana li ser Êzidiyan şermezar kir û diyar kir ku bi hezaran jin û ciwanên Êzidî hatin qetilkrin û hê jî cihê bi hezaran kesî nayê zanîn.

Îlyas nerazîbûn nîşanî bêdengiya li dijî komkujiyê da û got “Berî demekê divê gelê Êzidî bigihije mafên xwe.”

Hadî Îlyas bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li beramerî komkujiyê jî şermezar kir.