Li Şengalê 8’ê Adarê hate pîrozkirin: Tola jinan hate rakirin

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin.

Li navçeya Sinûnê ya Şengalê 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi şahiya ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatî organîzekirin ve hate pîrozkirin.

Berî ku şahî destpê bike, jin ji rêya sereke ya Sinûnê heta cihê şahiyê meşiyan. Di dema meşê de dirûşmên; 'Jin jina azadî' û 'Bê jin jiyan nabe' berz kirin. Piştî ku jin gihiştin cihê şahiyê, ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêzgirtin hate girtin.

Li cihê şahiyê posteyên Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 121 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, Ocalan û alên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) hatin daleqandin.

Di serî de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê 8'ê Adarê de ji bo jinan hate xwendin.

Piştre Koma Ezda a Strana derkete ser dikê û stran gotin.

‘TOLA JINÊN ÊZIDÎ HATE HILDAN’

Li ser navê Meclîsa Xweseriya Demoktarîk a Şengalê, Hevseroka Meclîsê Rîham Hiço, axivî û got: "8''ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê em wekî jinên kedkar, berxwerdêr û têkoşer di serî de di şexsê Leyla Guven , Nasir Yagiz de li hemû çalakgerên di greva birçîbûnê de pîroz dikim. Di sedsala 21'an de em revandin û firotina keç û jinên Êzidî şermezar dikin. Bi Pêşengiya YPG û YPJ'ê dawî DAIŞ'ê hat. Tola Jinên Êzidî hate hildan."

Piştre her 10 dîlên ku ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin radestî malbatên wan hatin kirin.

Li ser navê YJŞ'ê jî Axîn Entîqam axivî û 8'ê Adarê li tevahiya jinên Êzidî û cîhanê pîroz kir.