Li Şengalê 15’ê Tebaxê bi girseyî hate pîrozkirin

15’ê Tebaxê li Çiyayê Şengalê bi merasîmeke girseyî hate pîrozkirin.

Di merasîmê de fermandarê qada Şengalê yê HPG’ê Egîd Kelar axivî û got, “Gelê Kurd bi 15’ê Tebaxê bersiveke dîrokî da dagirkeran.”

Pêngava 15’ê Tebaxê di salvegera 33’emîn de li Şengalê bi tevlêbûna gerîla, şervan û gel hate pîrozkirin.

Di merasîmê de fermandarê qada Şengalê yê HPG’ê Egîd Kelar axivî û got, “ 15’ê Tebaxê di dîroka gelê me de xwediyê cihekî girîng û pîroz e. 15’ê Tebaxê diyar kiriye ku gelê me dikare li hemberî dagirkeran têbikoşin û serfiraz bibin.”

Kelar axaftina xwe wisa domand, “Li hemberî vê pêngavê dijmin nizanibû wê çi bike. Serokwezîrê wê demê digot ‘Di 24 saetan de, em ê wan tasfiye bikin’. Lê wan bi raza vê berxwedanê nizanibûn. Lê berxwedana gerîlayan heta îroj hat û gelê Kurd derbên giran li dijminan xist.”

Di merasîmê de berdevkê YBŞ’ê Saît Hasan Sîba jî axivî û got, “Em qehremanên li Sîba, Til Ezer û Koço jiyana xwe ji dest dane, li vê derê bi bîr tînin. Heke îro Êzidî dikarin li vê derê kom bibin, encama 15’ê Tebaxê ye. Bi saya heval Egîd û rêhevalên wî, em gihiştine îro.”

Pîrozbahî bi muzîka komên ji Şengal û Rojava û bi çalakiyên çandî yên gerîlayan domiya.