Li Şengal zêdetirî 40 hezar îmze ji bo PKK’ê hat berhevkirin

Bi daxwaza derxistina PKK’ê ji lîsteya “rêxistinên terorîstî” ya YE û DYE’yê li Şengalê 40 hezar û 500 îmze hatin komkirin.

Di despêka Adarê de li Şengalê kampanya komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ hatibû despêkirin. Kampanya bi daxuyaniyek hat bi dawî kirin. Hat gotin li Şengalê 40 hezar û 446 îmze hatine komkirin.

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin. Gelê Şengalê jî bi komkirina îmzeyan di despêka meha Adarê de beşdarî di kampaniyê de kirin. Li Şengalê dinava Mehekê de 40 Hezar û 446  îmza hatin komkirin.

Îro bi amadebûna Malbatên Şehîdan, Rêveberiya Xweser a Şengalê, TAJÊ, endamên sazî û rêxistinên Şengalê têkildarî encama kampanyê daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Berdevkê Saziya Malbatên Şehîdan Hemed Bişar ve hate xwendinde hate gotin ku ew wek civaka Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan ewê wê her dinava hewildanan de bin.   Daxuyaniyê wiha dewamkir : “Jı bo derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji lîsta terorê, wek saziya malbatên şehîda ya Şengalê ev demeke, wek erk me ji xwe re dîtiye ku em li nav civaka xwe ye Êzidî bigerin û îmzeya kombikin . Me ji nav civakê 4446 îmza komkirine.”